Koreya Bakur û Suriye, hevkariyên xwe didomînin

Koreya Bakur û Suriye, hevkariyên xwe didomînin

PeyamaKurd- Li gorî ajansa nûçeyan a Suriyeyê SANAyê, ji bo berdewamiya hevkariyên ligel Suriyeyê, rayedarên Koreya Bakur li Şamê ligel rayedarên Suriyeyê hevdîtinek kiriye.

Li gorî nûçeya ku hat parvekirin, hevdîtina li ser Hevkariya Şandên Teknîkî yên Endustriyê, li paytexta Suriyeyê Şamê hatiye kirin.

Hat zanîn ku di hevdîtinên navbera rayedarên Suriye û Koreya Bakur de li ser encama rûxandina avahiyan a şerê navxweyî hevdîtin hatine kirin û ji bo febrîqeyên ku zerar dîtine, dê xebatên restorasyonê bên kirin.  

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, aliyan di meha pûşperê de peymana lihevkirinê destnîşan kiriye û têkiliya navbera herdu welatan, ji mêj ve ye baş dimeşe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin