Ji wezîrê Pêsmerge peyama sersaxiyê: Pêsmerge ji bo bersivdana her êrîsê amade ye

Ji wezîrê Pêsmerge peyama sersaxiyê: Pêsmerge ji bo bersivdana her êrîsê amade ye

PeyamaKurd -  Wezîrê Pêşmerge Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl, ji bo malbatên pêşmergeyên ku di êrîşa şeva borî ya terorîstên DAIŞê de şehîd bûne, peyameke sersaxiyê weşand.

Şeva borî terorîstên DAIŞê êrîşî hêzên Pêşmerge yên li gundê Dekey Ebdulqadir Beg yê Xaneqînê kiribûn û di wê êrîşê de 3 pêşmerge şehîd bûn û du pêşmerge jî birîndar bûn.

Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl di peyama xwe de, sersaxî ji malbatan û hêzên pêşmerge re xwest û got, "Em her kesî piştrast dikin ku hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê her dem amade ne bo bersivdana her êrîşeke terorîstî. Em têkest dikin ku xelk û xaka Kurdistanê parastî ye."

Peyama Şoriş Îsmaîl wiha ye:

“Bi navê Xudayê mezin û dilovan,

Malbatên bi rêz yên şehîdan (Loqman Necim, Mehmûd Mihemed Meirûf, Ziyad Xelîfe Sultan),

Mixabin careka din terorîstan û tarîperestan êrişî rojavayê Xaneqînê û devera Germiyan kirin. Di wê êrişa qirêj de xwastin xewna xwe ya pûç bicîh bînin lê hêzên mêrxas yên Pêşmerge demildest û bi tundî bersiva wan dan. Hêzên Pêşmerge karîn terorîstan nêçîr bikin û deverê biparêzin lê mixabin komek pêşmergeyên qehreman şehîd û birîndar bûn.

Ji ber wê jî em sersaxî û hevxemiya xwe digihînin malbatên wan şehîdan. Serê we bi wê yekê bilind e ku zarokên we bo parastina xaka Kurdistanê canê xwe ji dest dane.

Em her kesî piştrast dikin ku hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê her dem amade ne bo bersivdana her êrişeka terorîstî. Em têkest dikin ku xelk û xaka Kurdistanê parastî ye.

Ez ji yezdanê mezin daxwaz dikim şîfaya bi lez bide birîndaran û di şerê terorê de me serkeftî û serbilind bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin