PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Komara Qerebaxê Arik Arutunyan di encama êrîşên artêşa Azerbaycanê de bi giranî birîndar bû.
Li gorî ragihandina medya Azerbaycanê ku dispêre Cîgirê Serokomar Hikmet Haciyev, di encama êrîşên artêşa Azerbaycanê Serokê Komara Qerebaxê Araik Arutunyan bi giranî birîndar bûye û herwiha tevî desteserkirina 3 tankan 4 tankên din ên Ermenistanê jî hatine ruxandin.
Haciyev gotiye ku wan ziyaneke mezin a canî û madî daye artêşa Ermenistanê.
Şeva borî jî Ermenistanê bi fuzeyan êrîşek biribû ser bajarê duyem ê mezin li Azerbaycanê Genceyê û hatibû ragihandin ku herî kêm 22 kes hatine kuştin.
Li aliyê din îro Serokwezîrê Ermenistanê Armenia Paşînyan daye xuyakirin ku leşkerên tirk li kêleke artêşa Azerbaycanê şerê wan dikin û ziyaneke mezin gihîştiye wan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin