PeyamaKurd – Piştî ku Rûsyayê du balafirên çekên atomî hildigirin şandin ser esmanê Belarusê, berpirsên Ûkrayanayê ragihandin ku Rûsya nîyet dike ji bakur ve êrîşî wan bike.
Li demeke ku krîza navbera Ûkrayna-Rûsyayê gihîştiye asta şer, Rûsyayê du balafirên cûreya TU 22 M3 yên çekên atomî hildigirin şandin esmanê Belarusê ku hevpeymana Rûsyayê ye.
Piştî şandina wan balafiran Ûkraynayê jî ragihandiye, tevgera wan balafiran ne ji bo parastina Belarusê ye û niyeta Rûsyayê nîşan dide ku ji bo tevgereke bilez û pêşbînînekirî ji bakur ve êrîşî ser Ûkraynayê bike.
Rûsya red dike ku Ûkrayna bibe hevpeymana NATOyê û welatên Rojavayî jî di serî de Amerîka piştgiriyê didin Ûkraynayê û li dijî tevgereke leşkerî ya Rûsyayê bertekên tund nîşan didin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin