Li Antalyayê jî Sûriyeyiyek hate kustin

Li Antalyayê jî Sûriyeyiyek hate kustin

PeyamaKurd - Piştî hêrişên li parêzgeha Qeyserî ya Tirkiyeyê, hate ragihandin ku li navçeya Serîkê ya parêzgeha Antalyayê jî ciwanê 17 salî yê bi navê Ehmed Handan El Naîfê Sûriyeyî, ji aliyê nijadperestan ve hatiye kuştin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Ehmed Handan El Naîf ku li Antalyayê bi heqdestî dixebitî, dema li kolanê bi rê ve diçû rastî hêrişa nijadperestên Tirk hatiye. Sê kesan rêya wî girtiye, piştî lêdanê jî ew da ber kêran.

Dîmenên dema termê Ehmed li kolanê ye li ser torên civakî hatin belavkirin.

Piştî bûyerê hate ragihandin ku hêrişkarên bi navên R.O., Y.Y. û Î.O. hatine desteserkirin.

Çi bûbû?

Li parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê kesekî ji Sûriyeyê destdirêjî li zarokeke 5 salî ya Sûriyeyî kir.

Piştî ku bûyer hat bihîstin, gelek kes kom bûn. Girseyê xanî, dikan û otomobîlên Sûriyeyiyan şewitandin.

Li hêla din, Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esed û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser asayîkirina pêwendiyan peyaman dan.

Piştî van peyaman, li Sûriye û herêmên Rojavayê Kurdistanê yên di bin dagirkeriya Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê de ne, ji ber egera pêwendiyên Enqere û Şamê xwepêşandanên tund hatin lidarxistin.

Li bajarên Efrîn, Mare, El-Bab, Ezaz, El Raî û Îdlibê yên ku di bin dagirkeriya grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê de ne, li dijî Tirkiyeyê gelek çalakiyên mezin pêk hatin.

Alayên Tirkiyeyê hatin daxistin

Di çalakiyan de alayên Tirkiyeyê hatin daxistin, posterên Erdogan hatin şewitandin, barhilgirên ku ji Tirkiyeyê derbazî nav Sûriyeyê dibûn hatin gulebarankirin û şewitandin.

Li Efrînê şer û pevçûn

Hat ragihandin ku li Efrînê jî wesayîtên ku ji Tirkiyeyê dihatin bi heman awayî rastî êrişan hatin.

Xwepêşandanên li dijî Tirkiyeyê yên li Efrînê berfireh bûne û li hin deveran şer û pevçûn derketin û gelek kes birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyeke herêmî, di encama şer û pevçûnan de kesek hatiye kuştin û 7 kes jî birîndar bûne.

Hêrişên li Tirkiyeyê

Piştî van bûyeran li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên wekî Hatay, Edene, Qeyserî, Bursa, Riha, Dîlok û Kilîsê êrişî Sûriyeyiyan hat kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin