Serokê YSKê: Erdogan li pês e!

Serokê YSKê: Erdogan li pês e!

PeyamaKurd- Serokê YSKê Ahmet Yener, bi rêya daxuyaniyeke çapemeniyê di derbarê proseya hejmartina dengan de agahiyên teknîkî dan.

 Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Yener ve hat dayîn: "Ji % 54,60ê sindoqan hatin vekirin. Rêjeya dengên Recep Tayîp Erdogan ji % 54,47; rêjeya dengên Kemal Kiliçdaroglu ji % 45,53 ye."

Yener da zanîn ku ji % 54,60ê sindoqan hatin vekirin û di dewama agahiyan de wiha hat gotin:

"Heta niha 26 milyon û 781 hezar û 551 deng hatine hejmartin û dengên derbasdar 26 milyon û 412 hezar û 590 û nederbasdar jî 368 hezar û 961 deng hatine hejmartin.

Niha ji % 54,60ê dengan hatine hejmartin. Barkirina daneyan berdewam dikin. Daneyên dengan kêlî bi kêlî bi partiyên siyasî re tên parvekirin. Recep Tayîp Erdogan ji % 54,47, Kemal Kiliçdaroglu ji % 45,53yê deng an bi dest xistine."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin