Kremlîn: Em ê bersivê bidin!

Kremlîn: Em ê bersivê bidin!

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku ew ê bi awayên cuda, bersivê bidin tevgereke muhtemel a bikaranîna dahatên ji sermayên Rûsyayê yên welatên rojava.

Peskov li paytext Moskowayê hewldanên Yekîtiya Ewropayê yên ji bo bikaranîna dahatên ji samanên cemidandî yên Rûsyayê yên ji bo Ûkraynayê ji bo rojnamevanan nirxand.

Peskov diyar kir ku wê Rûsya bersiva van gavan bide û got, "Em ê hemû mekanîzmayên hiqûqî yên heyî jî di nav de, mekanîzmayên nû yên ku wê di pêşerojê de derkevin holê, bi kar bînin."

Berdevk Peskov diyar kir ku bersiva welatên rojavayî wê ne bi gavên rasterast ên bertekan be û got, "Em ê rêbazên cuda yên li gorî berjewendiyên xwe hilbijêrin."

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin