PeyamaKurd – Bi boneya 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û diyar kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendbûna xwe bi rûbirûbûna her cudakariyeke regezî û dûrxistina rola jinan, dupat dike.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
“Di roja 8ê Adarê de, Roja Cîhanî ya Jinan, ez pîrozbahiyên herî germ li jinên Kurdistanê û cîhanê dikim. Em bi pêzanînê li xebat û têkoşîna jinên Kurdistanê dinêrin ji bo wekhevî û dadperweriya civakî.
Beşdariya jinên Kurdistanê di tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê û rûbirûbûna sitem û dagirkeriyê de, havênê şanazî ye û jinên Kurdistanê her dem nimûneya qurbanîdan û xweragirî û rijdbûna li mafên rewa yên gelê Kurdistanê bûn.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendbûna xwe bi rûbirûbûna her cudakariyeke regezî û dûrxistina rola jinan, dûpat dike. Em piştevaniya rola aktîv û şayesteya jinên Kurdistanê dikin di warê cuda cuda yên civakî û saziyên Hikûmetê de, di çarçoveya dakokîkirina me ya li mafên mirovan bi giştî û mafên jinan bi taybetî, ber bi arasteyî jiholêrakirina tundî û çespandina bingehên wekhevî û lêborîna di nav malbat û civakê de.
8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan pîroz be
Hêviya serkeftinê ji bo xebata jinên Kurdistanê dixwazim.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin