PeyamaKurd - Di parlementoya Iraqê de 2 wezîr heya niha neketibûn ber dengdana parlementoya Iraqê. Her 2 wezîrên Kurd Bengîn Rêkanî ku bû wezîrê îmar û îskanê û Nizar Amedî ku bû wezîrê hawirdorê di parlementoya Iraqê de dengên baweriyê sitendin.
Serokwezîrê Iraqê Sûdanî di 1 ê berfanbarê de nivîsekî şandibû parlementoyê û xwestibû ku her dû namzedên Kurd yên ji bo kabîna wî hatin nîşandan, wan bixin ber dengdanê.
Serokkomarê Iraqê Latif Reşîd di 13 ê cotmehê de Şiya Sûdanî ji bo serokwezîrtiyê û avakirina kabîna nû erkdar kiribû. Bernama Sûdanî ya hukumetê bi 21 wezîran ve dengên baweriyê sitendibûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin