Tirkiyê Patriot xwest lê senator Menendez dibêje, Tirkiye li pey santajê ye

Tirkiyê Patriot xwest lê senator Menendez dibêje, Tirkiye li pey santajê ye

PeyamaKurd – Piştî şer û aloziya Idlibê û derbûna nakokiyên Tirkiyê bi Rûsyayê re, Tirkiyê ji Amerîkayê sîstemên parastina asmanî Patriot xwestin.

Rayedarekî Amerîkî ku nexwestiye navê xwe bide, doh 20ê Sibatê ji VOAyê re ragihandiye ku ew ji daxwaza Tirkiyê ya Patriotan li ser sînorên Sûriyê agahdar in, lê hîn ji bo şandina Patriotan ti biryarek nehatiye dayîn ku rêveberiya Amerîka vê daxwazê dinirxîne.

Piştî van daxuyaniyan Senatorê Amerîkayê Bob Menendez daxuyaniyeke balkêş li ser daxwaza Patriotan û S-400ên Rûsî ku Tirkiyê kirîne da.

Menendez wiha got: "Dibe ku Tirkiye ji bo xwe li hemberî xiyaneta Rûsyayê ya li Idlibê biparêze S-400an li hember Rûsyayê bikar bîne.”

Rayedarên Amerîkî didin xuyakirin ku niha şandina patriotan bo sînorên başûrê Tirkiyê tê nirxandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin