PeyamaKurd - Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, îro 12ê Kanûnê di konferansa Fermangeha Rêkxistinên Nehikûmî ya Kurdistanê û Rêxistina Aştî û Azadiyê ya “Ciwan - Zanîngeh - Aştî” de, axaftinek kir ku şandeke fermî ya herêma Katalonya ya Spanyayê jî tê de beşdar bû. Umêd Xoşnaw got: “Em piştrast in Herêma Kurdustanê û Herêma Katalonyayê dê li paşerojê bigihin serxwebûnê”.
Parêzgerê Hewlêrê bal kişand ser pêwnediyên Herêma Kurdistanê û Herêma Katalonyayê û daxwaz kir pêwendiyên dualî di hemû astan de bên pêşxistin.
Umêd Xoşnaw diyar kir: “Danûstandinên me ji bo pêşxistina pêwendiyan bi Herêma Katalonyayê re dest pê kirine. Ji ber ku hejmareke pirsan heye ku me herduyan bi hev re girê dide”.
Parêzgerê Hewlêrê destnîşan kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya bizav, çalakî, kar, hizrên dahênerane, rewşenbîrî, karên rêxistinan û bi taybet texa ciwanan dike”.
Umêd Xoşnaw eşkere kir, “Li Herêma Kurdistanê bi taybet li Hewlêrê gelek hevparîyên me bi Herêma Katalonyayê re hene ku di dilê her kesekî wan her du herêman de hizra dewletekê û azadî heye. Heke îro rê li me bê girtin jî, ev mijar di mejiyê welatiyên her du aliyan de zindî ye”.
Xoşnaw di dewamê di got: “Em piştrast in li paşerojê Herêma Kurdistanê û Herêma Katalonyayê dê bigihin serxwebûnê ji ber ku me herduyan di rêya wê de qurbanî dane. Nexasim em li devereke gelek cudatir in, ji ber doza serxwebûnê bi dehan karesat û trajîdî bi serê me hatine”.
Parêzgarê Hewlêr da zanîn: “Li Herêma Kurdistanê jî wekî her welatên din, gelek piştevanên tîma Bercelona ya futbolê hene û em yariyên Kilasîkoyê temaşe dikin”.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin