Zelenskiy, serdana Donetskê kir

Zelenskiy, serdana Donetskê kir

PeyamaKurd- Serokê Dewleta UkraynayêVolodimir Zelenskiy, bi peyamekê ragihand ku wî serdana leşkerên li herêma Donetsk kiriye.

Volodimir Zelenskiy ku meha borî jî çûbû serdana leşkerên li Donetskê, di peyama xwe ya li ser kanala Telegramê de diyar kir ku wî li herêma Donetskê li navenda leşkeran bi leşkeran re hevdîtin kiriye.

Zelenskiy di peyama xwe de got, "Her tim wêneyek giştî ya rewş û raporên leşkeran ji her aliyî ve tê. Lê girîng e ku rasterast bi leşkeran re li ser ezmûna wan a şer were axaftin. Îro me bi eşkereyî qala kiryarên xwe yên êrîşê, şandina artêşê, derfetên fermandaran kirin.

Ji ber ku Komîsyona Tenduristiyê ya Leşkerî baş naxebite, gelek pirsgirêk hene. Em ê li ser mijarê biryara pêwîst amade bikin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin