Parlemana Kurdistanê li ser êrîsan ket tevgerê: Pistî lêkolînê rapor tê pêskeskirin

Parlemana Kurdistanê li ser êrîsan ket tevgerê: Pistî lêkolînê rapor tê pêskeskirin

PeyamaKurd – Parlamentoya Herêma Kurdistanê li ser êrîşên berdewam ên Tirkiyê li ser xaka Başûrê Kurdistanê kete nav tevgerê û li deverên rastî êrîşan hatine dest bi lêkolînan hatiye kirin.

Komîteya Lêkolînê ya Parlamentoyê îro danê sibê gihîştiye qezaya Çomanê û ligel Qeymeqamê Çoman û berpirsên pêwendîdar derbar rewşa navçeyên sînorî civîneke li da xist. Biryar e Komîteya Lêkolînê li çend deverên din ên rastî êrîşan hatine lêkolînan bike û piştre raporekê pêşkeşî parlamentoya Kurdistanê bike.

Çend hefte ne rewşa navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji ber destpêkirina operasyonên Tirkiyê li dijî gerîlayên PKKê aloz bûye û di navbera herdu aliyan de li sînorê Zaxo jî xer derketiye. Li aliyekî din jî, Îran navçeyên sînorî yên Hacî Omeranê topbaran dike.

Cîgirê Serokê Parlemana Kurdistanê Hêmin Hewramî ji K24ê re got: “Ji çend rojan ve ji ber topbaran û bombebarana navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê bi sedema hebûna PKKê li navçeyên çiyayî, rewşa wê navçeyê aloztir kiriye. Li Parlemanê Komîta Pêşmerge, Navxwe û Pêwendiyan civiyan û çend komîte ava kirine û serdana navçeyên sînorî yên Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê dikin û dê raportekê hildin Serokatiya Parlemanê. Piştre Parlemana Kurdistanê bi beşdariya wezîrên pêwendîdar wek Wezîrê Pêşmerge û Wezîrê Navxwe li ser wan raportan dê dicive, ji bernameya karê ya pêwîst bê danîn.

Ji ber êrîşên vê dawiyê yên Tirkiyê di çend rojên borî de, 5 kesên sivîl li sînorê Duhokê hatine kuştin ku di 3 salên dawî de 27 welatiyên Herêma Kurdistanê şehîd bûne.

Parlemanterê Parlemana Kurdistanê Bilind Îsmaîl ku endamekî komîteya lêkolînê ya parlamenê ye ragihand, “Em bo naskirina rewşê ji nêzîk ve bibînin û çareserkirina rewşa heye, me serdana navçeyê kiriye, heta hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê bizanin çi bikin. Dixwazin ji nêzîk ve welatiyên ku ziyan gihîştine wan bibînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin