PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, li Qeredaxê 5 meh piştî hilbijartinên giştî yên pêşwext ku di 11ê Hezîranê de hatibû kirin, hikûmeteke nû hat avakirin.
Li gorî hat ragihandin, kabîneya nû ya ku ji aliyê Serokwezîr Milojko Spajic ve pêşkêşî Parlamentoya Qeredaxê ya ji 81 kursiyan hat kirin, bi 46 dengan hat qebûlkirin.
Hat diyarkirin ku ji parlamenteran 19 parlamenter li dijî kabîneya nû dengên xwe dan, parlamenterek jî bêalî ma.
Hat zanîn ku Partiya Bosna (BS) ku di hilbijartinên giştî yên pêşwext ên hezîranê de serkeftineke dîrokî bi dest xistibû û 6 parlamenter li Meclîsê zêde kiribûn ku di hikûmeta nû de cih negirt.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin