NATO, li ser ser li xwe mikûr hat: Me plan kiribû!

NATO, li ser ser li xwe mikûr hat: Me plan kiribû!

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarê leşkerî yê NATOyê ve daxuyaniyek li ser pêvajoya şerê navbera Rusya û Ukraynayê hat dayîn û hat ragihandin ku wan wekî NATO, çend sal berê plansazî kiribû ku ber bi sînorên Rusyayê ve firehî çêbibe.

Serokê Komîteya Leşkerî ya NATOyê Amîral Rob Bauer, li paytexta Estonyayê ya Tallinê, daxuyaniyek da çapemeniyê. Bauer di daxuyaniyê de da zanîn ku tifaqa NATOyê, çend sal beriya niha biryar dabû ku ber bi sînorên Rusyayê ve firehî çêbibe.

Rob Bauer di daxuyaniya xwe de got,

“Me li ser ji nû ve avakirina avaniyên xwe yên leşkerî ya ji sala 1949an ve nîqaş kiribûn. Plansaziyên vê, çend sal berê dest pê kiribûn, niha jî em van plansaziyan derbasî jiyanê dikin.”

Amîral Rob Bauer bal kişand ser peydakirina çekên nûjen ên ji bo Ukraynayê û got,

“Tifaqê, bi gelemperî alîkariya ne kujer a ji bo Ukraynayê qebûl kiribû lê belê welatên endamên NATOyê, bi awayekî xweser alîkariya leşkerî û alîkariya çekan dikin. Bi vî awayî jî ji bo Ukraynayê, her ku diçe çekên zêdetir tên şandin.”

Beriya niha jî Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, piştî hevdîtina xwe ya ligel Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihandibû ku dê tifaqa NATOyê, hêzên nû li rojhilatê sînorî bi cih bike û dê bi vî awayî peyamek bide Rusyayê ku tifaq ji bo parastina axên xwe amade ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin