PeyamaKurd – Rêvebiriya Turkish Airlinesê (THY) li Îstenbolê bi rêvebirên şîrketa hilberîna balafiran ya Airbusê re civiyan û sîparîşa xwe ya 355 balafirên mezin da.
Di nav sîparîşan de, 250 heb A321 balafirên NEO, 75 heb balafirên A350-900,15 heb balafirên A350-1000 û 5 heb balafirên A350F yên kargoyê hene.
THY berê jî li ser kirîna 10 balafirên A350-900 li hev kiribûn. Bi temamî dike 355 balafir.
Ji bo tamîr û nêrîna motoran û hem perçeyên wan yên yedek bi rêvebirên Rolls-Royce re li hev kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin