Kore ya Basûr roketê sand fezayê da 8 satalaytan li ser çerxa felekê bicîh bike

Kore ya Basûr roketê sand fezayê da 8 satalaytan li ser çerxa felekê bicîh bike

PeyamaKurd – Kore ya Başûr roketa bi navê KSLV-II an ku bi navê ‘Nuri’ tê naskirin, 8 peykan an ku satalaytan li ser çerxa felekê bicîh kir. Pisporên Kore dibêjin ku Kore peykên casûsiyê li fezayê bicîh kiriye û wê bi peykan karibin agahiyan bidin hev, ji bo karibin fuzeyên menzîldirêj pêşde bibin, teknolojî û agahiyan kom bike.

Enstituya Lêkolînên Fezayî ya Kore (KARI) ragihand ku roketa KSLV-II ya giraniya wê 200 tone bi navê din ‘Nuri’ li navça peravê başûr ya bi navê Goheungê ji navenda baregeha Naroyê seet di 18.24an de şandine fezayê. Ji analîstên enstîtuya navborî Moon Seong Mook, li ser mijarê got:

“Bi sedema şandina roketê ya ji aliyê Kora Başûr de ya ji bo fezayê, dibe ku Kore ya Bakûr ketibe nav endîşê. Ji ber niha serokê Kore ya Bakûr Kim Jong Un herî zêde bi peykên casûsiyê eleqedar dibe. Zahf dixwaze karibe peykekî bişîne fezayê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin