Erdogan: Em ê li Sûriyê karê xwe yê neqediyayî biqedînin!

Erdogan: Em ê li Sûriyê karê xwe yê neqediyayî biqedînin!

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di bernameya fitarê ya ku bi leşkeran ra li Enqereyê hat lidarxistin da derbarê operasyonên derveyê sînor de daxuyanî da.

Erdoganê ku di bernameyê de behsa operasyonên dersînor jî kir, bêyî ku navan bilêv bike, DYA û welatên Ewropayê yên ku li dijî operasyonan derdikevin kirin hedef.

Erdogan bertek nîşanî kesên ku operasyonan rexne dikin jî wiha got: "Em ê vê havînê garantiya sînorê Iraqê bidin. Em ê li Sûriyeyê xebatên xwe yên neqediyayî biqedînin."

Erdogan got, "Hebûna artêşeke bi hêz ji bijartinê zêdetir mecbûrî ye" û wiha dewam kir:

“Em miletek in, artêşek in ku divê tedbîrên xwe di asta herî jor de bihêlin. Beriya 20 salan em ji sedî 20 bûn, niha em ji sedî 80 ne. Ji sedî 20ê me yên herêmî hene, ji sedî 80ê me çek û cebilxaneyên me yên herêmî û neteweyî hene. Divê em vê yekê pêş bixin.

Bersiva me ya ji bo kesên ku dibêjin “Hûn li wir (ji derveyî sînor) çi dikin?” operasyonên ku em li wir dikin in. Em tu carî destûrê nadin ku terorîstan bê avakirin. Em ê vê havînê sînorê Iraqê ewle bikin. Em ê karê xwe yê neqediyayî li Sûriyeyê biqedînin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin