PeyamaKurd – Ji bo Şaredariyên HDPyê yên Amedê, Peyas, Bismil û Karazê û navçeya Wanê Erdîşê jî qeyûm hatin erkdarkirin.
Piştî ku Hevşaredara Peyasê Kezban Yilmaz desteserkirin îro (22.10.2019) qeyûm tayînî Şaredariya Peyasê kirin. Polîsan îro serê sibê avahiya şaredariyê dorpêç kirin û nehiştin endamên meclîsê têkevin şaredariyê. Serê sibê qeyûm tayînî Şaredariya Peyasê ya Amedê kirin.
Hevşaredarên Navçeya Wanê ya Erdîşê Yildiz Çetîn û Bayram Çîçek ji 15ê cotmehê ve di binçavan de ne û hêj îfadeyên wan nehatine girtin. Vê sibehê bi biryara wezareta navxweyî qeymeqamê navçeyê Nurî Mehmetbeyoglu wek qeyûm bo şaredariyê hat erkdarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin