PeyamaKurd – DAIŞê şeva borî bi moşekeke Katyusha êrîşî kompanyaya Gaza Bakur ya li başûrê Kerkûkê kir.
Li gor çavkaniyekî ji polîsan, çekdarên DAIŞê ji gundewarê Hewîceyê ve ew moşek avêtibûn û armanca wan teqandina komgehên kompanyaya Gaza Bakur bû, lê moşek li derveyî kompanyayê ket û ti ziyan çênebûn.
Herwiha hat diyarkirin, hêzên ewlehiyê gihîştin cihê ketina moşekê û dest bi lêkolînan kirin.
Kompanyaya Gazê ya Bakur, kompanyayeke hikûmî ya Iraqî ye, li Kerkûkê kar dike û gazê berhem tîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin