Firset Sofî: “Bi sedema Coronavîrusê me Newrozê betal kir”

Firset Sofî: “Bi sedema Coronavîrusê me Newrozê betal kir”

PeyamaKurd- Parêzgerê Hewlêrê Firset Sofî bo çapemeniyê ragihand ku bi sedema coronavîrusê pîrozkirina Newroza meha adarê hatiye betalkirin. Parêzger Sofî di beyana xwe de weha got:

“Di çarçoveya civîna encumena wezîran ya herêma Kurdistanê ya ku duhî çêbû, parêzger, qeymeqam û berpirsên gumrukên Kurdistanê yên navdewletî, me îro civînekî çêkir. Bo pêşlêgirtina coronavîrusê me biryarê da ku pîrozbahiya Newrozê ya îsale nekin.”

Di beyana parêzgeha Hewlêrê de mizgîniyek jî li ser devê wezîrê tenduristiyê hat dayîn ku di nav sînorê Hewlêrê de heya niha coronavîrus nehatiye dîtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin