Fransa bang li Tirkiye û Macaristanê kir: Soza xwe bigrin!

Fransa bang li Tirkiye û Macaristanê kir: Soza xwe bigrin!

PeyamaKurd – Wezîra Derve ya Fransa Catherine Colonna, ji bo pesendkirina endamtiya NATO ya Swêdê bang li Tirkiye û Macaristanê kir ku soza xwe bicih werînin.

Colonna, ji rojnamevanan re daye xuyakirin, "Em dixwazin Swêdê di nav NATOyê de bibînin. Em dixwazin bibînin ku Tirkiye û Macaristanê sozên ku dane bicih bînin.”

Hêjayî gotinê ye, heta niha tenê Tirkiye û Macaristanê endamtiya NATO ya Swêdê nepejirandiye.

irkiyê di meha Tîrmehê de, dema Lûtkeya NATO ya Lîtvanyayê vetoya li ser endamtiya Swêdê rakiribû, lê heta niha parlamentoya Tirkiyê dengdan li ser endamtiya Swêdê nekiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin