Xamaney bêyî ku behsa Rûsya bike serê Ûkrayna nirxand!

Xamaney bêyî ku behsa Rûsya bike serê Ûkrayna nirxand!

PeyamaKurd – Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamey, îro 1ê Adarê daxuyaniyek, derbarê êrîşa Rûsya ya li ser Ûkraynayê belav kir ku tê de behsa Rûsyayê nekir.

Di daxuyaniya ku li ser televizyona fermî ya Îranê hatiye weşandin de, Xamaney Amerîka bi derxistina krîza Ûkraynayê tawanbar kir û got: “Ûkrayna bûye qurbaniya siyaseta Amerîkayê ku krîzan çêdike. Em alîgirê rawestandina şer in, lê belê çareserkirina her krîzekê di wê yekê de ye ku sedemên wê bêne naskirin. Sedema krîza li Ukraynayê, Amerîka ye.”

Xameney herwiha îdia kir ku xelkê Ûkraynayê piştgirîya hikûmeta welatê xwe nakin û gotiye, heger xelk li qadê bûna krîz çênedibû.

Berevajî gotinên Xamaney, gelê Ûkraynî di roja 6em a êrîşa Rûsyayê de jî bi beşdarbûna şer û berxwedanê piştevaniya xwe bo hikûmeta xwe nîşan dide ku dîmenên wan li ser medya civakî û medyaya cîhanê belav dibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin