PeyamaKurd – Li Fîlîstînê li Xezzayê (Gazze) bo santrala termîk da boruya xazê herê, dewleta Qatarê soz da ku 60 mîlyon dolar û YA yê soz da ku 24 mîlyon dolar bi temamî 84 mîlyon dolar dê alîkariyê bikin.
Li gor ragihandina serokwezîrtiya Fîlîstînê ku bi awayekî nivîskî ragihandiye; serokwezîr Muhammed Iştiyye, serokê komîta Îmarê ya Qatarê ya avakirina Xezzayê ji nûh de Muhammed el-Îmadi û nûnerê YA yê yê Qudsê Sven Kühn von Burgsdorff di rêya vîdeoyê de civînekî konferansî lidarxistin.
Di civînê de serokwezîrê Fîlîstînê Iştiyye ragihand ku dê ev proje mijara elektrîka Xezzayê çareser bike. Xaz dê santralê bixebitîne û santral jî dê elertrîkê çêbike.
Lê soza Qatarê ew e ku dê borûya xazê di nava Îsraîlê de bê avakirin. Lê soza YA yê ji sînorê Xezzayê heya santralê ye an ku her dû hev temam dikin.
Serokwezîr Iştiyye ragihand ku bo projeyê li benda Îsraîlê ne bê çi bertek nîşan bide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin