PeyamaKurd – Serok Barzanî di hevpeyvîneke taybet bo kanala MBCyê de ragihand ku erdnîgariyê zilmeke mezin li Kurdan kiriyê lê Kurd tu wextî teslîmî zilimkaran nebûne.
Serok Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke taybet de pirsên kanala MBCyê yên derbarê rojevê, pêşhatên dawiyê û jiyanê dan û ragihand ku erdnîgariyê zilmeke mezin li Kurdan kiriye.
Serok Barzanî teqez kir ku tu demê doza gelê Kurd namir e got, koça dawiyê ya Barzaniyê Nemir bandorek zêde hebû. Her dem ew amojgarî kirin, ku ew û Îdrîs Barzanî wek yek can bin û berdewam bin li têkoşînê û xwe, wekî xizmetkarên gelê xwe bibînin.
Li ser pirsa ‘gelo erdnîgariyê zilm li Kurdan kiriye?’ got, “bêguman erdnîgariyê zilm û stemkariyeke mezim li Kurdan kiriye.”

Serok Barzanî bersiva gelek pirsan da ku beşek ji hevpeyvînê jê li jêr e:
MBC: Hûn her tim rastî zilmê hatin. Gelo hûn ditirsin ku zilmê li xelkê bikin?
Serok Barzanî: Ew kesên ku zilm lê tê kirin û zilmê li xelkê dike, zêdetir layîq e ku zilm lê were kirin.
MBC: Bi piranî em Cenabê te bi cilên Kurdî dibînin, sedema wê çi ye gelo?
Serok Barzanî: Cil û bergên Kurdan cilê û bergên Pêşmerge ne. Eger van cilan ez li xwe nekim dibe ku bi awayekî din were şîrovekirin û wisa bawer dikim bandorê li Pêşmerge jî bike.
MBC: Hûn jiyana koşkê yan ya çiyê tercih dikin?
Serok Barzanî: Jiyanê çiyê.
MBC: Jiyana çiyê westîner e.
Serok Barzanî: Ji bo min ne wiha ye, rehettir e.
MBC: Denê çekan bo te tê çi wateyê?
Serok Barzanî: Muzîk e (Dikene)
‘Iraqê ji bo danûstendinan bi Tevgera Kurd re bike qasid şandibû’
Serok Barzanî di hevpeyvîna xwe de da zanîn ku di sala 1969an de Artêşa Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê operasyonele berfireh dabû destpêkirin û heya astekê be jî bi ser ket lê di Îlona heman salê de Tevgera Kurdî raperîneke mezin destpê kir û kir ku hêzên iraqî mesintirîn hezîma xwe ya heya wê deme bistînin.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de bilêv kir ku hikûmeta Iraqê piştî Şoreşa Îlonê Seyyîd Ezîz Şerîf wekî qasid şand.
Serok Barzanî di hevpeyvînê de behsa hewildana suîqesdê ya li dijî yek ji Serokên Netewî yê Kurdan Mele Mistefa Barzaniyê Nemir kir û got, Sedam Hiseyn jê re gotiye Kerkûk bajarekî Kurdan lê ji ber ku navendeke aborî û bazirganiyê ji bo damezirandina dewletekê cihekî guncaw e.
Herwiha Serok Barzanî di hevpeyvîna bo MBCyê de destnîşan kir ku Şoreşa Îlonê mezintirîn raperîn e û got, “Şoreşên beriya wê belgefîlm bûn lê Şoreşa Îlonê berfireh bû, li hemû herêman û bi beşdariya hemû aliyan pêk hat û bi ser ket.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin