PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Tirkiyê ji bo hemwelatiyên xwe yên ku wê seredana Yemenê bikin hişyariyê da hemwelatiyan. Daxwuyaniya wezaretê wehaye:
“Ji ber li Yemenê şertên asayîşa Yemenê nebaşe, ji bilî kesên ku pêwiste seredana Yemenê bikin, divê hemwelatiyên me, xwe ji seredana Yemenê dûr bigrin.
Em dixwazin hemwelatiyên me daxwuyaniyên wezareta me û konsulxaneya me ya Sanayê bişopînin û di derbarê ewlehiya xwe ya taybet de bi tedbîr bin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin