Peskov: “Bergiriya êrîsên Idlibê aîdê Tirkiyê ye”

Peskov: “Bergiriya êrîsên Idlibê aîdê Tirkiyê ye”

PeyamaKurd- Berdevkê Kremlînê Dimitry Peskov got ku divê Tirkiye li êrîşên Idlibê rê bigre û di vê mijarê de berpirsiyarî ya Tirkiyê ye. Kremlîn cara ewile ku Tirkiyê dixe hedefa xwe. Axaftina Peskov li ser gotina Trump hat kirin ku Trump di ser hesabê xwe yê Twitterê de gotibû Rûsya, Sûriye û Îran bi êrîşên xwe yên ser Idlibê, dibin sedema kuştina sîvîlan. Peskov weha got:

“Li Idlibê weka berê gelek terorîst civiyane. Vê derê bo êrîşan bikartînin. Êrîş dibin ser sîvîlan û hem êrîş dibin ser çeperên Rûsyayê yên leşkerî. Em vêya qebûl nakin.”

Peskov di dewama axaftina xwe de got ku “Rûsya bi Tirkiyê re hevkarî dike, bergiriya êrîşên terorîstan ji Idlibê di berpirsiyariya Tirkiyê de ye. Peymanên Soçiyê tên tetbîqkirin. Xebat di vê bergehê de tên kirin. Êrîşên li Idlibê nayên qebûlkirin. Bo bergiriya êrîşan tedbîr tên sitendin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin