Ayettullah Asitî: Divê Kerkûk û Efrîn azad bibin!

Ayettullah Asitî: Divê Kerkûk û Efrîn azad bibin!

PeyamaKurd- Di  çarçevoya hilbijartinê de,  Şandeyeke  Çavderên Yekitiya Ewrûpayê bi 5 partiyên Kurdistanî re (PDK-Bakûr, PSK, PDK-T,  PAK,Tevgera  Azadî) hevditînek pêk anî. Di vê hevditînê de, Tevgera Azadiyê li ser  hilbijartina 24 Heziranê ya parlementeriya Tirkîyê, Referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, li ser mafê perwerdehiya zimanê zikmakî, raportek amade kir û teslîmî Şandeya Ewrûpî kir. Di derbarê vê hevdîtînê de, berdevkê tevgera Azadiyê Ayettullah  Aşitî ji bo “Peyama Kurd” agahî parve kirin.

PeyamaKurd- Ev taleba hevditînê  ji aliyê we yan ji aliyê heyetê ve hat?

-Ayettullah  Aşitî: Ji aliyê heyetê ve daxwaza hevditînî hat. Me 5 partiyan jî biryar da ku em vê hevdîtinê pêk bînîn.

PeyamaKurd- Di hevditînê de, gelo hûn li ser kîjan xalan sekinîn?

-Ayettullah  Aşitî: Di destpêkê de,  Hereketa Azadiyê, hereketeke Îslamî ye, me  5 partiyan hevdîtîn pêk anî, lê me wekî Hereketa Azadiyê raportek amade kir  û teslîmî wan kir. Di raportê de me 5 xalên bingehîn pêşkeşî wan kirin. Ji wan hinek ev bûn: Me ji Yekitiya Ewrûpayê xwest ku  bila Turkiye, têkîlîyên xwe yên bi herêma Kurdistanê re û bi Rojavayê Kurdistanê re baş bike. Ji bo mafên gelê Kurd bila rêzdar bin û ji bo azadiya gelê me bila alikariya me bikin û mafên me biparêzin.

PeyamaKurd- Gelo di derbarê çareserkirina pirsgireka Kurdî de we çi got?

-Ayettullah  Aşitî: Di mijara çareserkirina pirsgireka Kurdî de, me got pirsgirek, pirsgireka maf û adaletê ye. Ji ber wê yekê pêwistiya çareseriya siyasî heye. Me ji wan di derbarê vê babetê de nêzikatiyeke adîlanê xwest. Dagirkeriya  li ser Efrîn û Kerkûkê  jî me got divê bên rakirin.

PeyamaKurd- Li ser nêzikatiya Turkiyê ya ji bo Kurdan hûn çi axivîn?

-Ayettullah  Aşitî: Me got, dijminatiya me bi Tirkiye re nîn e. Bes daxwaza azadiyê û adaletê heye. Wekî nûmûne, perwerdehiya zimanê zikmakî, temsilîyeta sîyasetê, azadiya fikir û ramanan, hemwelatiya wekhev, rakirina rewşa awarte û çareserkirina pirsgirekan.

PeyamaKurd- Di derbarê rewşa Kurdên li Ewrûpayê çi hate axaftin?

Li Ewrûpayê gelek Kurdistanî hene. Me spasî wan kir,  ji ber ku di rewşeke  nebaş û rojên zehmet de bi xelkê me re alîkarî kirin. Em ji bo alema Îslamî û ji bo cîhanê daxawaza adîl û aşitiyê dikin. Ji bo ku çand û Kûltûra Kurdên li Tirkîye dijîn, winda nebe, ji yekitiya Ewrûpayê, me piştgiriya wan xwest. Lewra heta îro ji aliyê projeyên sodes ve tu piştgirî nehatiye  kirin. Zaravayê Zazakî ber bi windabûnê ve diçe. Ji bo parastina çanda Kurdan ji aliyê  Ewrûpa ve tu piştgirî nîn e. Lê belê ji bo Tirkan, wezaretek hatiye damezrandin. Ji ber wê yekê em wekhevyê dixwazin. Li gorî baweriya me, Heq û azadî bi quluqandinê re tên. Xwezayiya di Qurana pîroz de jî pir berbiçav e.

 

Navdar Nenas

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin