HSD: Xalên Çavdêriyê dê Tirkiye û Ewropayê ji DAISê biparêzin

HSD: Xalên Çavdêriyê dê Tirkiye û Ewropayê ji DAISê biparêzin

PeyamaKurd - Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî li ser danîna xalên çavdêriya leşkerî li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê got, dê gefên Tirkiyê kêm bike û herwiha ewlehiya Tirkiye û Ewropayê biparêze. 

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî ji televizyona Rûdawê re ragihand, danîna xalên çavdêriyê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê de, xelkê deverê piştrast dike, ku tu êrîş nayên kirin û di heman demê de jî rê li ber derbasbûna çekdarên DAIŞê digire, ku ji deverên şer direvin û hewl didin derbasî nav Tirkiyê bibin. 

Mistefa Balî got: “Xalên çavdêriyê yên li ser sînor, helbet erkekî van xalên çavdêriyê ji bo sînordarkirina gefên Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê roleke xwe heye û hinekî dilrehetiyê ji civaka me re jî çêdike.” 

Balî destnîşan kir ku terorîstên DAIŞê ji deverên rizgarkirî direvin ser sînor û hewl didin ji wir derbasî Tirkiyê dibin û wiha pê de çû: “Divê ev baş were fêmkirin, ku ev xalên çavdêriyê erkekî xwe yê sereke ew e ku li ser sînor belav bibe û çavdêriya sînor bike, ji ber ku çeteyên DAIŞê ji herêmên rizgarkirî berê xwe didin Tirkiyê û ji wir jî derbasî Ewropayê dibin. Yanî ev xalên çavdêriyê di serî de ji bo parastina Tirkiyê pêwîstiyeke xwe heye.” 

Piştî daxuyaniya Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê James Mattis yekem xala çavdêriyê bajaroka Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê  hat danîn ku tê çaverêkirin çend xalên din werin danîn. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin