Pûtîn Amerîkayê bi sîlihên nû tehdîd kir

Pûtîn Amerîkayê bi sîlihên nû tehdîd kir

PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li hemberê tehdîda Amerîka ku dixwaze xwe ji peymana nukleerî vekişîne got, wê sîlihên wan yên nû, kesên ku gotinên êrîşkar dibêjin, bifikirîne.

Putin di civîna wezareta bergiriyê de axifî û got wê sîlihên nû artêşê û hêzên deryayî xurt bike, qeweta wan zêde bike û fêde bide mêzêna aramiya dinyayê. Putin got ku wê sala bê, sîlihên xwe yên nukleerî xurt bikin û weha dewam kir:

“ Wê sîlihên nû yên artêşê di 10 salên pêşiya me de bê ku kêmasî di ewlekariya Rûsyayê de bihêle, fêde bikin, mêzêna hêzên dinyayê û aramiyê temîn bikin. Bawerim ku sîstema me ya nû di dinyayê de, ew kesên ku bi zimanê leşkerî û êrîşkar diaxifin, dê wan bide fikirandin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin