Li Wanê li OBS ê asasê veberhenana 20 mîlyon Ewro hat danîn

Li Wanê li OBS ê asasê veberhenana 20 mîlyon Ewro hat danîn

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li Herêma Sanayiya Organîze şîrketekî Îranê ya bi navê “Aroon Altyapı Boru ve Enerji Üretim A.Ş.” yê fabîkeya hilberîna hesin û hesinê pola ya bi bihayê 20 mîlyon Ewroyî veberhênanê dike. Asasê fabrîkê ji aliyê rêvebirên bajarê Wanê û rêvebirên şîrketê de bi merasin hat danîn.

Şaredarê Wanê û parêzgerê Wanê Mehmet Emin Bilmez ragihand ku seha fabrîkê li ser 58 donumaye û weha got:

“Me sehayê ji fabrîkê re veqetand. Wê borî jî bên hilberîn û nava borûyan wê ji kevire. Beşa yekem ya fabrîkê heya cotmehê wê biqede û dest bi hilberînê bike. Eger fabrîke biqede wê tê de ji bo hezar kesî kar peyda bibe.

Ji bilî vê şîrketê 4 şîrketên din asasê kargehên xwe danîn. Wê heya payîzê dest bi hilberînê bikin. Her 5 şîrket wê kar bidin 5 hezar karmendan.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin