Zarok û jin jî di nav de 39 kes hatin kustin

Zarok û jin jî di nav de 39 kes hatin kustin

PeyamaKurd – Şerê navbera du hêzên welatê Sûdanê de ku ev du meh in berdewam dike her diçe dijwartir dibe.

Hate ragihandin ku li bajarê Niyala yê li başûrê herêma Darfor a Sûdanê ji ber şer û tobparanê 39 kes hatine kuştin ku piraniya kuştiyan jin û zarok in. Herwiha di wan pevçûnan de hemû endamên malbateke sûdanî hatine kuştin.

Li gorî çavkaniyan li Niyala komkujî hatiye kirin û 39 zarok, jin û mêr bûne qurbaniyên wê.

Nehatiye zanîn bê ew êrîş ji aliyê Hêzên Piştevaniya Lezgîn ve yan jî hêzên artêşa Sûdanê ve hatiye kirin ku herdu hêz di nav şer de ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin