PeyamaKurd – Li gorî encama lêkolîneke TEPAVê derket holê ku, eger koronaya nifşê nû (korona) 6 mehan bidome me wê Tirkiyê ji sedî 20 û eger salekê jî bidome wê ji sedî 38 xizantir bibe.
Li gorî encamên lêkolîna Weqfa Polîtîkayên Aborirya Tirkiyê (TEPAV), eger pandemiya koronayê (Covid-19) 6 mehan bidome wê aborîya Tirkiyê ji sedî 20an û eger salekê bidome wê ji sedî 38an kêmtir bibe.
Encamên lêkolîna wê weqfê derdixe holê ku dê lêçûnên geştyarî, şahî û otelan ji sedî 90 kêmtir bibin.
Herwiha li gorî encamên lêkolînê, dê bandora pandemiyê herî zêde li sektorên wekî geştyarî, lokante, otel, şahî û çand û hunerî bibe.
COVID-19 Salgını Bir Değil, Bir Kaç Çeyrek Sürerse Ne Olur? | Politika Notu/ @OzatayFatih, @guvsak https://t.co/i0Jmj8iaVo
— tepav (@TEPAV) April 14, 2020
Hevdem tê çaverêkirin ku lêçûnên sektorên fermî û taybet jî dê ji sedî 80, ragihandin û veguheztin ji sedî 65, mobîlya û ekîpmanên malê ji sedî 50, cil û berg û sol ji sedî 50, titûn û vexurkên alkolê ji sedî 15, kel û pelên xwarinê û vexwarinên bê alkol jî ji sedî 5 kêmtir bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin