PeyamaKurd – Li balafirgeha Diyarbekirê geştiyarên kurdên Başûrê Kurdistanê bi qernefîlan hatin pêşwazîkirin.
Piştî bûyera nijadperestî ya bajarê Trabzon ê Tirkiyê, ji aliyê Kurdên bakurê Kurdistanê ve bertekên tund hatin nîşandan û wekî berteka dijî nijadperestiyê geştiyarên Kurdên başûrê Kurdistanê bi qernefîlan hatin pêşwazîkirin.
Saziyên pîşeyî û sivîl ên Diyarbekirê ‘Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Diyarbekirê (DTSO), Borsaya Bazirganî ya Diyarbekirê, Yekitiya Odeyên Esnaf û Senetkarên Diyarbekirê û Yekitiya Ajansên Geriyanê ya Tirkiyê (TURSAB)’ îro 23yê Tîrmehê li Balafirxaneya Diyarbekirê bi qernefîlan û hildana pankartên kurdî û tirkî, pêşwazî li welatiyên Başûrê Kurdistanê kirin.
Geştiyarên Başûrê Kurdistanê li ser vê pêşwaziya germ kêfxweş bûn û spasî kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin