PeyamaKurd – Serokê Bernameya Xurekê ya Cîhanî di Neteweyên Yekbûyî (NY) de (WFP) David Beasley, serdana bajarê Hatayê ku ji ber erdhejên navend Mereş wêran bûye kir.
Beasley, tiştên ku li herêma erdhejê dîtine wekî ‘qiyametê’ bi nav kir û got, "Tenê bi yek gotinê dikarim tiştên ku min îro dîtine rave bikim: Qiyamet. Tax bi erdê re bûne yek, xanî hilweşiyane, dibistan û dikan girtî ne, jiyan parçe bûne. Bi rastî jî asta hilweşîna vê derê nayê têgihîştin.”
Beasley diyar kir ku dinya ji bo piştevaniya xelkê herêmê seferber bûye û wê bandora vê erdhejê bi mehan û salan berdewam bike.
Serokê WFPê ji bo bandora mezin a erdhejê li Sûriyê jî got ku piştî 12 sal şerê navxwe felaketek li ser felaketê rû daye û wan ji 13ê Sibatê ve 180 kamyon alîkarî gihandine herêmên bakurê rojavayê Sûriyê.
Herwiha hat diyarkirin ku ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê yên li Tirkiye û Sûriyê ji bo 6 mehan pêdivî bi 150 milyon dolaran heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin