Awûstralya: Gotinên Erdogan kirêt in û ne li hisê xwe ye

Awûstralya: Gotinên Erdogan kirêt in û ne li hisê xwe ye

PeyamaKurd - Serokwezîrê Awûstralyayê Scott Morrison bersiv da serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û nerazîbûn nîşanî gotinên Erdogan ên li ser komkujiya Zelanda Nû da. Morrison da zanîn ku gotinên Erdogan kirêt in

Serokkomarê Tirkîyê  Recep Tayyîp Erdogan roja Duşemê daxuyaniyek dabû û îdîa kiribû ku êrîşa li Zelanda Nû li dijî îslamê, li dijî wî û Tirkiyeyê ye. Erdogan bi taybetî gef li Awûstralyayiyan xwaribû ku aqûbeta leşkerên di şerê Çanakkaleyê de hatin kuştin wê bê serê wan jî.

Serokwezîrê Awûstralyayê Scott Morrison  wiha got: “Gotinên serokkomarê Tirkîyê  Erdogan awûstralyayî gelekî êşandiye û di vê pêvajoye gelekî hesas de bêyî ku li ser bifikire axiviye.” Morrison ji bo gotinên ku Erdogan li ser komkujiya li Zelanda Nû şîrove kir û got ku gotinên kirêt in.

Lêborîna sefîrê tirk nehat qebûlkirin

Morrison beriya vê daxuyaniyê li ser gotinên Erdogan bang li sefîrê bilind ê tirk kir û lêborîna ku sefîrê bilind jê xwest red kir. Morrison wiha got: “Ez li bendê me ku ev gotin werin îzahkirin û bên vekişandin. Beriya ku biryarên cuda werbigirim ez ê li benda bersiva hikumeta tirk bisekinim, lê dikarim vê bêjim; hemû alternatîf li ser maseyê ne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin