PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 28ê Îlonê piştî nîvro, 3 moşek li nêzîkî avahiya Parlamentoya Iraqê ya li Herêma Kesk a navenda Bexdayê ketin xwar.
Li gorî ragihandina Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê, di demjimêr 15:30 xulekan de, bi rêya 3 moşekan êrîşek li dijî Herêma Kesk a Bexdayê hatiye kirin.
Hat diyarkirin, moşeka yekem li nêzîkî avahiya parlamentoyê ketiye xwar, ya duyem li ber cihê mêvanên parlamementoyê û moşeka dawî jî li nêzîkî Deriyê Qudsê ketiye xwarê.
Hat eşkere kirin ku di encama wê êrîşê de, 3 efser birîndar bûn û ziyanên mezin li cihê moşek ketine çêbûye.
Hêjayî gotinê ye, piştî du mehan îro cara yekem Parlamentoya Iraqê civiyabû ku ev êrîş hat kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin