PeyamaKurd – Parlamentoya Iraqê roja Şemiya bê li ser êrîşa Tirkiyê ya Zaxoyê dicive û parlamenter daxwaz dikin Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di civînê de beşdar bibe.
Li gor zanyariyan, beriya niha hejmarek ji parlamenterên Iraqê îmze kom kiribûn û daxwaz ji Parlamentoyê kir, bilez derbarê topbarana Tirkiyê de bicive.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Artêşa Tirkiyê do 20ê Tîrmehê navçeyeke geştiyariyê li gundê Perexê yê li Zaxo da ber topan û di encamê de 9 geştiyarên naverast û başûrê Iraqê hatibûn kuştin û zêdetir ji 25 geştiyaran jî birîndar bûbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin