PeyamaKurd- Serokê dewleta Venezuelayê Nikolas Maduro bang li serokê Amerîkayê Trump kir da bi hevre diyalogê deynin. Ev salekî zêde ye ku di navbera Amerîka û Venezuelayê de arîşeyên zêde hene. Maduro di ser hesabê xwe yê twitterê de ragihand ku dixwaze di sala 2020an de di navbera her dû welatan de rûpeleka sipî bê vekirin. Madûro xwe kesekî mirovê diyalogê ragihand û got:
“Ez zilamê diyalogê me. Trump an ew kesê ku Amerîkayê îdare dike, li ku derê dibe bila bibe û çawa bixwaze, bo danîna bingeha nû ya pêwendiyên me û aramiya herêmê, em bi rêz û hurmet amade ne.”
Amerîka û nêzî 50 dewlet li dijî hukumeta sosyalist ya Maduro, muxalif Guaido destek kiribûn û wî serokê dewletê ragihandibûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin