PeyamaKurd - Hindistan, ji ber Çîn, eyaleta Arunaçal Pradeşê li ser nexşeyê axa xwe nîşan da, Çînê protesto kir. Berdevkê wezareta karên derve yê Hindistanê Arindam Bagchi, piştî Çînê nexşeyê belav kir, nexşeyê û tewrê Çînê protesto kir. Bagchi, li ser mijarê daxwuyaniya ku da, tê de weha got:
“Ji ber Çîn li ser nexşeyê dawa axa me kir, me di rêya dîplomasiyê de bi xwurtî Çînê protesto kir. Em îdîayên Çînê yên bê esas red dikin. Van pêngavên Çînê yên di derbarê sînor de çareseriya pirsgirêkê zahmet dike.”
Xeta rêzeçiyayê Hîmalayan ya di navbera Hindistan û Çînê de ku sînor ne zelale û şêlûye, dibe sedema dijberiya navbera wan. Sînorê bi dirêjahiya 3.500 km yan ku di nav wan de av, gol, bûzûl û bilindahiyên berfê hene, gelek caran her dû welatan dixe pêşberê hev.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin