PeyamaKurd- Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki ragihand ku Almanya û Polonya, şirîkên Yekîtiya Ewropayê (YE) ne û diyar kir ku ji bo têkiliyên wan asayî bibin, divê ew tazminata şer bidin Polonyayê.
Morawiecki, beşdarî merasîma bibîranînê ya li Wielun a Polonya bû ku yekem car di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ji aliyê Almanyaya Nazî ve hat bombebarankirin.
Morawiecki bi bîr xist ku 84. salvegera destpêkirina şer e, Morawiecki da zanîn ku 1ê Îlonê saet di 04:40î de balafirên Almanyaya Nazî bajarokekî bêguneh û bêparastin bombe kirine.
Mateusz Morawiecki destnîşan kir ku Polonya ji bo tiştên ku di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de jiyaye rastî û tazmînata wan xwestiye û tazmînata wendahiyan ji Almanyayê xwestiye bi bîr xist.
Polonyayê, di 1ê Îlona 2022yan de hikûmeta Almanyayê raporek berfireh amade kiribû û tê de zirarên darayî yên ku Almanyayê di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gihandiye Polonyayê, ji Almanyayê bi 1.3 trîlyon dolaran tazminat xwestibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin