Li Ezezê teqîn: Herî kêm 7 kes hatin kustin û 20 kes birîndar bûn

Li Ezezê teqîn: Herî kêm 7 kes hatin kustin û 20 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajaroka Ezezê ya parêzgeha Helebê ya Sûriyê, li ber avahiya dadweriyê ya navenda bajêr teqîneke bihêz çêbû.

Li gorî agahiyên destpêkê di teqîna ku bi otomobîleke bombebarkirê hatiye kirin de, herî kêm 7 kesên sivîl hatine kuştin û herî kêm 20 kes jî birîndar bûne.

Bajaroka Ezezê di kontrola artêşa Tirkiye û komên çekdarên opozîsyona Sûriyê de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin