PeyamaKurd – Hêzên Iraqê, li başûrê Kerkûkê veşargeheke rêxistina DAIŞê dîtin û li parêzgeha Selahedîn çend veşargehên din topbaran kir.
Wezareta Navxwe ya Iraqê eşkere kir: “Hêzên Firqeya Pênc a Polîsên Federal, bi piştevaniya yekeyên hêzên dezgeha îstixbaratê û tîmên endazyarî yên rakirina mayînan û pûçkirina bombe û teqemeniyan, proseyeke ewlehiyê li geliyê Kerhe û Ebû Xenacir li başûrê Kerkûkê encam dan û veşargeheke çekdarên DAIŞê dîtin.”
Herwiha hat destnîşankirin, çend veşargehên din jî li sînorê Samera yê ser bi parêzgeha Selahedîn a Iraqê hatin topbarankirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin