PeyamaKurd - Parlamenterê berê yê HDPê Nîmetulah Erdogmûş, ji bo namzetiya şaredariya Diyarbekirê, serî li Partiya Wekhevî û Demokrasiyê HEDEPê da.
Li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê rojev zêdetir hilbijartinên 31ê Adar a 2024an de bên kirin e. Li Diyarbekirê tenê Partiya DEVA namzetê xwe diyar kiribû û partiyên din hêj namzetên xwe destnîşan nekirine.
HEDEPê dema serîlêdana namzetên namzetiya şaredariyê heta 20ê Berfembarê dirêj kiriye.
Hat ragihandin ku beriya niha ji bo navçe û qezayan serîlêdan hatine kirin, lê ji bo Şaredariya Mazin a Diyarbekirê tenê 2 kesan di HEDEPê de serîlêdan kiribûn. Piştî wan 2 kesan Nîmetûlah Erdogmûş ku berê jî navê wî ji bo şaredariya Diyarbekirê derbas dibû serîledan kir.
Nîmetûllah Erdogmûş, ji Bîngol a bakûrê Kurdistanê ye û beriya ku daxilî siyasetê bibe, li gelek bajêrên bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê muftîtî dikir. Erdogmûş di Partiya Demkoratîk a Gelan HDPê de 2 serdem Parlamenteriya Diyarbekirê jî kiribû û Endamê Rêvebiriya Navendî yê HDPê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin