PeyamaKurd- Temsîlkarê taybet yê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey behsa xebata Amerîka û Tirkiyê kir ku her dû li ser herêma bi ewle bi hevre dixebitin û got:
“ Tişta em û Tirkiyê li serê dixebitin, li ser temamê sînorê Tirkiyê û Sûriyê bo mesafeyeka bi sînor, hedefa me ew e ku em ava bikin lê divê YPG lê tinebe.”
Jeffrey di bersivandina pirsên rojnamevanan de, behsa DEAŞ ê kir ku hêj di aqilê qelek kesan de maye û bo dewamkirina paqijiya operasyona DEAŞê, hêzên wan yên bi sînor bakûrê Sûriyê û li El Tanifê wê bimînin. Jeffrey got ku wan dest bi vekişîna ji Sûriyê kiriye.
Jeffrey got ku ew naxwazin neheqî li hevkarê wan HSD ê çêbibe û xwest desteka hêzên din yên Awrûpayê bo têkoşîna li dijî DEAŞ ê berdewam bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin