PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahedîn Demirtaş, piştî demeke dirêj peyivî û di derbarê namzediya Stenbolê ya hevjîna xwe Başak Demirtaş û mijarên sereke yên rojevê de nirxandinan kir.
Selahedîn Demirtaş piştî çend mehên bêdengiyê gotareke nivîskî belav kir. Demirtaş di gotara xwe ya bi sernavê "Tiştên neqirêjî" de van nirxandinan kir:
"Rêbaza sereke ya siyasetê bûye siyaseta berjewendperest"
"Heger hûn ji bo berjewendiya gel, xizan, kedkar û bindestan siyasetê nekin, ya hûn dikin ne siyaset e, bazirganiya erzan a bajêr e. Lê mixabin em li nîqaşên van bîst rojên dawî jî binihêrin, em dikarin bi hêsanî vê destnîşankirinê bikin; Li Tirkiyeyê êdî ne siyaset lê bazirganî tê kirin. Yên ku li pişt her tevgera siyasî ya ku em dikin li hîle û xerabiyê digerin, wisa diramin ku her kes mîna wan e. Nayê hişê wan ku tevgereke siyasî dikare ji bo armanceke hêja hatibe avakirin. Cihê şerm û xemgîniyê ye, lê belê partiyên siyasî bûne amûrên bidestxistina kursî, paye û qezencê.
Ji ber vê yekê jî namzediya Başak Demîrtaş a ji bo şaredariya parêzgeha Stenbolê û hewldanên rêya sêyemîn ên DEM Partiyê jî tênagihîjin. Tiştê ku tê bîra her kesî egera ku 'bazareke qirêj' hatiye kirin e. Lê belê kes nafikire ku hin mirov ji bo pêşxistina demokrasî û aştiyê siyasetê dikin. Ji ber ku awayê serdest ê siyasetê bûye 'siyaseta berjewendiyê' êdî 'siyaseta rûmetdar' hatiye jibîrkirin.
Nizanim hûn çiqasî dizanin ku ev rewşek pir xemgîn û xedar e, lê belê ev hilweşîna civakî nîşan dide ku ger em dest navêjin vê rewşê, salên pêş me hatine windakirin.
Ji bilî parastina xwe ya li dadgehan demeke dirêj e ez nepeyivîbûm û niyaza min a peyvînê jî tunebû, lê belê, dema ku li ser me pir spekulasyon hatin kirin, ne gengaz bû ku meriv bêdeng bimîne. Ez ê ji bo her spekulasyon, derew û nebiyekê bersivan nedim, ez ê tenê tiştên pêwîst bêjim û li cihê xwe rûnêm.
"Peyvîneke din, li dijî xwezaya siyasetê ye."
Bêyî ku dirêj bikim, ez ê bûyerê xal bi xal vebêjim:
- Di navbera DEM Partî û AKPê de ti trafîka hevdîtinê heye yan na? Ez nizanim, lê belê eger tunebe, ev ji bo herdu aliyan jî kêmasiyeke mezin e. Divê hemû alî dikaribin ji bo çareserkirina pirsgirêkên welat û civakê bicivin û bipeyivin. Ev rewa, hetta di vê pêvajoyê de erk û berpirsyarî ye.
- Di navbera DEM Partî û CHPê de hevdîtinên di çapemeniyê de cih girtin. Divê bêtir bicivin û bipeyivin. Her wiha divê hemû aliyên din jî dikaribin bi hev re bipeyivin. Berovajiyê vê yekê nîqaş li dijî xwezaya siyasetê ye.
- Vîndariya namzediya Başak Demirtaş ji bo dawîlêhanîna lihevkirin, dualîbûn û dijminatiyê û ji bo afirandina atmosfereke siyasî ku her kes bikaribe bi her kesî re bipeyive bû. Di vê dema ku meytên zarokên me yên ciwan ji çiyayan tê bajaran de, ji bilî rijandina hêsirêh derewîn ên koroya 'şermezarkirina terorê' destavêtina çareserkirina pirsgirêkan ji hemû payeyên şaredariyan nirxdartir nîn in? Hêvî dikim ên ku dibêjin 'nî nin' tunebin, lê belê ku hebin, bila ji niha pê ve wek morîkên tezbîhan di merasîmên meytên leşkeran de cih negirin û forsê nekin.
- Namzediya Başak Demirtaş ew bû ku siyaseta rêya sêyem a ku Partiya DEMê bi pêkutî hewl dide ava bike û bide xuyakirin. Dihate gotin, 'Em ne ji bo kursî, paye û qezencê siyasetê dikin, ji bo demokrasî, dadwerî û aştiyê ku pêwîstiyên lezgîn ên gel in siyasetê dikin.' Eger kesek bibêje 'Na, ev nirx ji şaredariya min bi qîmettir nîn in' bila ji niha û pê ve qala dadwerî û demokrasiyê nekin.
"Ji niha pê ve bila hewl bidin ku hinek bi sinc bin."
- Sedemê namzediya Başak Demirtaş vekirina destên kulmîn û bibîrxistina destgirtinê bû. Yên ku gringiya vê yekê tênagihîjin, qet nebe ji niha pê ve dema ku kulm xwarin, bila nekin ax û wax.
- Vîna namzediya Başak Demîrtaş nîşana helwesta dilpak a gelê Kurd û DEM Partiyê bû ku tevî dayîna bedelên herî giran jî dev ji banga demokrasî û aştiyê bernedan. Ew kesên bêsinc ku di tevahiya jiyana xwe de bêyî ku yek bedelê bidin û dibêjin: 'wê bi mêrê xwe bazarê kir', divê ji niha pêve qet nebe hewl bidin ku hinekî bi sinc bin.
Ji bo me ji 1ê Avrêlê pê ve gring e'
Wek encam; mijarên sereke yên ku em pê mijûl dibin pirsgirêka Kurd, pirsgirêka giran a demokrasî û dadweriyê ya Tirkiyeyê û pirsgirêkên aborî ne. Em dikarin bi her kesên ku dixwazin ji bo çareserkirina van pirsgirêkan hewl bidin re bipeyivin û ger em gringîdayîn û dilpakiyê bibînin, ew gavekê bihavêjin em ê du gavan bahavêjin. Ji bo vê jî em destûr û îcazetê ji ti kesî wernagirin û em ê qet ne hewcedar bin ku bersivekê bidin ew kesên ku ketine şerê bidestxistina kursiyan. Divê DEM Partî jî bi vê mebestê û bi awayekî jixwebawer bibizive, ger dikaribe, çi bi partiya desthelat, çi jî bi opozisyona makî û hemû partiyên din re bicive û di çarçoveya rêzikên xwe û armanca geşedana demokrasiyê de dikaribe bi wan re li hev bike, bila bike. Ji bo me, ji hibijartinên 31ê Adarê bêtir 1'ê Avrêlê û jê pê ve gring e.
"Du partî jî di nav de, divê bi hemû aliyan re bicive."
Divê yên ku pir gringiyê didin hilbijartinên 31’ê Adarê, gringiyê bidin lêgerîna me ya demokrasî, dadwerî û aştiyê jî. Divê CHP meseleyê tenê bi 31ê Adarê ve girê nede û gringiyê bide têkoşîneke demdirêj a hevkariya demokrasiyê. Divê AKP jî 4 salên ku wê bê hilbijartin biçe, wek fersenda vegera li demokrasiyê bibîne. Divê DEM Partî jî li gel herdu partiyan, dikaribe bi hemû partiyan re bicive, kîjan ji wan pabendî li rêzikên wê bike, bi wê re bikeve lêgerîna lihevkirinê.
Vîndariya namzediya Başak Demirtaş ji vî alî ve, ji bilî DEM Partiyê, ji aliyê aktorên siyasî yên din ve bi rasteqînî nehatiye nirxandin. Ji ber vê yekê em têdigihîjin ku wê bi hevalên me yên din ên hêja bikevin pêşbirka hilbijartinê. Lê belê em vê hewla siyasî, ji hilbijartinan zêdetir ji bo aştiya civakî gring dibînin.
Di encamê de, ji bo diyalog û gotûbêja bi armanca aştiya civakî û geşedana demokrasiyê ne dereng e; divê hemû partî dikaribin bi hev re bipeyivin. Divê her kes meseleyê bi vê rîwangeyê, bi wêrekî û ji nû ve binirxîne. Em xizmeta demokrasî, azadî û aştiyê dikin. Bedêlên ku me dane ne ji bo ti tiştekî din e. Û ez bawer dikim ku em ê van nirxan bi dest bixin û serdest bikin. Ji bo vê yekê jî vîn, hêz û biryardariya me heye."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin