DAISê berpirsiya kustina generalê Rûsî li xwe girt

DAISê berpirsiya kustina generalê Rûsî li xwe girt

PeyamaKurd – Rêxistina terorîst DAIŞê berpirsiya kuştina generalekî rûsî û hejmarek leşkerên wî welatî ku du roj berê di encama êrîşa ser dewriyeyeke rûsî de pêk hatibû, li xwe girt.

Çekdarên DAIŞê li ser hesabekî Telegramê dane xuyakirin ku dewriyeya artêşa Rûsyayê derbasî zeviya mayînan a li rojhilatê bajarê Sexna li rojhilatê Sûriyê bûne û esferekî rûsî hatiye kuştin û gelek leşkerên din jî birîndar bûne.

DAIŞîyana gotiye, wan li heman herêmê erebeya fermandarekî Parastina Nîştimanî ya girêdayî hêzên hikumeta Sûriyê kiriye hedef, di endamê de tevî fermander, leşkerên pê re jî hatine kuştin.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî derbarê êrîşê de ragihandibû ku generalekî wan di teqîna bombeyekê de ku roja Sêşemê karwanekî leşkerî yê Rûsyayê li nêzî Dêrazorê hatiye kuştin û gelek leşkerên din jî birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin