PeyamaKurd - Nûnera Bilind a Pêwendiyên Derve yên Polîtîkayên Ewlekariya Yekîtiya Ewropayê (YE) Federica Mogherini û Komiserê Berpirsê Firehbûna YEyê Johannes Hahn, doh 22yê Mijdarê li Tirkiyê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re civiyabûn û derketibûn pêşberî medyayê.
Li gor nûçeya Reutersê civîn gelekî bilez û hêrs berdewam kiriye û Yekîtiya Ewropayê (YE) hişyariya demildest ji bo bicihanîna pîvanên demokrasiyê daye Tirkiyê û ew xistine şopa bin çavan.
Di hevdîtinan de Johannes Hahn bal kişand ser danûstandina siyasî, lê nerihetiya YEyê ya li hemberî girtina rojnamevan, bizavkar û mafparêzan anî ziman.
Di danezana piştî civînê hat ragihandin de, “Pêwîstiya pengavên ji bo pêkanîna serweriya hiqûqê ji aliyê Tirkiyê ve" hat xwestin.
Herwiha Mogherînî got, “Divê Tirkiye li gor biryara DMMEyê tevbigere. Di biryarê de cudaxwaziyek nîne. Standardên me yên bilind hene. Li Tirkiyê akademisyen hatin binçavkirin. Herwiha em hêvî dikin siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demirtaş di demeke nêz de were berdan.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin