PeyamaKurd – Ji bo pêşdebirina aboriya Kurdistanê, xwurtkirina têkiliyan û danûsitendinan di meha pêşiya me de wê li Erbîla payîtexta Herêma Kurdistanê di navbera Tirkiye-Azerbeycan-Herêma Kurdistanê de forûmekî aboriyê bê li darx sitin.
Serokê Ode yên Sanayî û Bazirganî yê Herêma Kurdistanê Geylan Hacı Said ragihand ku wê forum bi tevlîbûna serokwezîrê hukumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî birêve here.
Geylan Hacı Said ragihand ku dê di forûmê de wê karsazên ji Tirkiyê û Azerbeycanê bi hemkarên xwe yên Herêma Kurdistanê re werin cem hev û dê li ser pêşdebirina pêwendiyan rawestin.
Geylan Hacı Said got ku di forûmê de ji bo zêdekirina hecma aboriyê û pêşdebirina aboriya welatan dê bixebitin.