PeyamaKurd – Bi tevlîbûna artêşên Tirkiye-Azerbeycan-Ozbekistanê tetbîqata leşkerî ya hevpar kirin û navê tetbîqatê danîn “Hêza Yekîtiyê-2026”. Tetbîqat li bajarê Hocawendê li navenda perwerdê ya Kızılkaya hat kirin.
Di tetbîqatê de wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Yaşar Güler, wezîrê Azerbeycanê Orgeneral Zakir Hasanov û wezîrê Özbekistane Korgeneral Şuhrat Halmuhamedov hebûn.
Her weha tetbîqatê Orgeneral Selçuk Bayraktaroğlu, Orgeneral Metin Tokel, Oramiral Ercüment Tatlıoğlu û Orgeneral Rafet Dalkıran jî şopand.
Di tetbîqatê de 3500 leşker, 130 drone,70 alavên zirxî, 90 sîstemên fuze û topan, 20 alavên bergiriya hewayî, 20 alavên deryayê û 30 alavên elektronîk yên şer hebûn.